Dadgeha Bilind a Federal a Îraqê hejmara kursiyên li Parlamentoya Kurdistanê kêm kiribû û kotaya kêmaneyan betal kiribû.
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) diyar kir ku wan piştî biryara Dadgeha Bilind a Federal a Îraqê ev biryar daye.
PDKyê di daxuyaniya xwe de got:
“Em di çarçoveya misyona xwe ya dîrokî û berjewendiyên xwe yên neteweyî de beşdarî wan hilbijartinan nabin ku bi awayekî nesayayî hatine ferzkirin.”
Tê nûkirin…