Iraq hewl dide qedexeyeke din deyne ser Herêma Kurdistanê

Hikûmeta navendî ya Bexdayê dixwaze berhemên xwemalî û navxweyî yên hemû kargehên ku li Herêma Kurdistanê dixebitin, li navîn û başûrê Iraqê qedexe bike.

14.12.2017, Per - 06:55

Iraq hewl dide qedexeyeke din deyne ser Herêma Kurdistanê
Nuçe Belav bike

Rêvebirê Saziya Giştî ya Gumrikên Iraqê Munzir Ebdulemîr Esed ji Wezareta Darayî ya Iraqê daxwaz kiriye ku di nava 40 rojan de hemû şirketên Herêma Kurdistanê divê li Wezareta Pîşesazî û Kanzayan a Iraqê navên xwe tomar bikin. Eger ev neyê kirin dê nêhelin ew şirket kar bikin.

Li gorî daxuyaniya endamê Lijneya Darayî ya Parlementoya Iraqê Mesûd Heyder qedexekirina berhemên navxweyî yên Herêma Kurdistanê ji aliyê hikûmeta Iraqê ve hewleke gelek tirsnak û metirsîdar e, ev dê bibe zêdebûna bêkarî û zêdekirina dorpêça ser Kurdistanê.

Mesûd Heyderî dibêje: "Ev pêngav binpêkirina destûra Iraqê û ti nirxekî ji saziyên rewa yên Herêma Kurdistanê nayê dayîn û Bexda weke parêzgehek li gel Kurdistanê serederî dike. Van şirketan li Herêma Kurdistanê navê xwe tomar kirine."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1437 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:03:08
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x