Nûnera Kurdistanê Beyan Samî: Bila Amerîka gavên ciddî bavêje
Nûnera hikûmeta Kurdistanê li Waşingtonê, Beyan Samî Ebdulrehman ji rojnameya Washington Times re gotiye, divê Amerîka bo destpêkirina diyalogê di navbera Hewlêr û Bexdayê de gavên ciddî bavêje ji ber ku rewş gelekî hestiyar e.

Nûnera hikûmeta Kurdistanê li Amerîka Beyan Samî Ebdulrehman dibêje, ew agirbesta ku di navbera Pêşmerge û hêzên Iraqî de heye gelekî sist e ji ber wê jî divê Amerîka bi ciddî pêşiya derketina şerekî din bigire.
Beyan Samî Ebdulrehman her wiha gotiye, ew agirbesta ku niha di navbera Pêşmerge û hêzên Iraqî de heye, fermî nîne û gelekî jî sist e ji ber ku tirsa wê heye Heşda Şeibî dîsa êrişî Kurdistanê bike û şer derkeve.
Her wiha di berdevamiya axaftina xwe de Nûnera Hikûmeta Kurdistanê li Amerîka hişyarî daye û gotiye, eger Iraq ji vê yekê zêdetir bixwaze hêzên Pêşmerge paşve bide kişandin dê şer derkeve lewma divê Amerîka gavên ciddî bavêje û pêşiya şerekî din bigire. Amerîka divê êdî di piratîkê de hinek gavan bavêje.
Nûvekirina herî dawî: 12:50:50