Însîyatîveke nû ji bo lihevanîna Kurdan

Kesên ku bang îmze kirine dibêjin, ku ew yekser ji hemû aliyên siyasî yên Kurdî daxwaz û hêvî dikin, ku helwestên xwe ji vê banga wan, bi daxuyaniyên fermî destnîşan bikin.

15 Çile 2017 - 12:30
15 Çile 2017 - 12:30
 0
Însîyatîveke nû ji bo lihevanîna Kurdan

Hejmarek çalakvanên siyasî û sivîl, medyager û rewşenbîrên Kurd bangek ji bo giftûgoya Kurdî-Kurdî belav kirin. Daxuyaniya ku bi navê (Banga Brêmen) hatiye belavkirin, ji 10 xalan pêk tê û ji aliyê nêzîkî 200 kesayrtiyan ve hatiye îmzekirin. Kesên ku bang îmze kirine daxwaza giftûgoyê li hemû aliyên Kurdî ji TEV-DEMê, ENKSê, Hevbendî û Partiya Pêşverû dikin. Kesên ku bang îmze kirine dibêjin, ku ew yekser ji hemû aliyên siyasî yên Kurdî daxwaz û hêvî dikin, ku helwestên xwe ji vê banga wan, bi daxuyaniyên fermî destnîşan bikin.

Ev nûçe bi tevahî 1910 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:11:42