Ocalan: Ez dê dest bi pêvajoya muzakereya demokratîk bikim
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari ragihand ku Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan di hevdîtina xwe ya dawî ya li Îmraliyê de aniye ziman ku pêvajo "hêdî dimeşe û tê derengxistin.”

Li gorî Hatîmogullariiyê Ocalan gotiye ku eger Komîsyona serdana wî bike, ew dê dest bi pêvajoya muzakereya demokratîk bike.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari beşdarî bernameyeke taybet a JIN TVyê bû û pirsên Nezahat Doganê bersivandin.
"Giringiya wêneyan ji ya polîtîkayê ne zêdetir e"
Hatîmogullari derbarê nîqaşên ku piştî silavdayîna Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan a bi parlamenterên DEM Partiyê re di vekirina parlamentoyê de derketin got: "Di siyasetê de dibe ku girîngiya hinek wêneyan hebe lê tenê ji ser wêneyêkî gihîştina encamên polîtîk ne rast e."
Wê da zanîn ku ew wekî partiyeke muzakere û têkoşînê, ji bo çareseriya aştiyane ya Pirsgirêka Kurdan di nav diyalogê de ne û rexneyên ku ji aliyê "dost û gel" ve tên, bi qîmet dibînin.
Zimanê pêvajoyê: Divê gotina 'terorê' ji holê rabe
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê derbarê bikaranîna peyva "Tirkiyeya Bêteror" a ji aliyê hikûmetê ve got,"Divê ziman were guhertin.
Eger hûn berdewam bikin ku mijareke ku aliyê zimanê dayikê tê de heye bi 'terorê' bi nav bikin, wê demê hûn çareseriyê dûr dixin û Pirsgirêka Kurdan tenê wekî 'çekdanînê' dibînin."
Rexneya li komîsyonê
Hatîmogullariyê helwesta Komîsyonê ya li hemberî axaftina dayikan a bi Kurdî rexne kir.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê got ku ev yek baweriya gel bi pêvajoyê lawaz dike û wiha domand:
"Eger tehemula we ji bo ku dayikek bi zimanê xwe yê dayikê xwe îfade bike tune be, gel jî dipirse 'Gelo dê aştiyeke çawa çêbibe?'"
Wê derbarê hevdîtina dawî ya Heyeta Îmraliyê ya bi Abdullah Ocalan re ev agahî dan:
"Rêzdar Ocalan gelek silav û hezkirinên xwe ji her kesî re şandine. Ew baş e û moralê wî gelekî bilind e.
Ew pêvajoyê wekî ku hêdî dimeşe û tê derengxistin dibîne. Ew tekez dike ku divê pêdiviyên pêvajoyê bi ciddiyeteke mezin werin bicihanîn."
"Ocalan dixwaze dest bi pêvajoya muzakereya demokratîk bike"
Li gorî Hatîmogullari, Ocalan dixwaze ku gavên konkret bên avêtin û ji bo vê yekê rola Komîsyonê girîng dibîne.
Siyasetmedara DEM Partiya helwesta Rêberê PKKyê kir û wiha got, "Rêzdar Ocalan dibêje, 'Eger Komîsyonê were vir, ez dê bi wan re dest bi muzakereyeke demokratîk bikim'.
Ew dixwaze ne tenê bi Komîsyonê re lê bi hemû aliyan re bicive û pêvajoyeke muzakereya demokratîk bide destpêkirin."
Hatîmogullari her wiha ragihand ku Ocalan ji ber ku di Komîsyonê de rê nedane dayikan ku bi Kurdî biaxivin, gelekî xemgîn bûye û ev helwest wekî "nayê qebûlkirin" nirxandiye.
Banga ji bo lezkirina pêvajoyê
Hatîmogullariyê di dawiya axaftina xwe de bangî hemû aliyan kir ku ji bo serkeftina pêvajoyê bi lez û ciddiyet tevbigerin wiha got:
"Divê ev pêvajo neyê derengxistin. Divê Komîsyon bi lez pêşnûmayên xwe yên yasayî amade bike.
Mijarên wekî 'Mafê Hêviyê', guhertina yasayên TCK û TMKyê, yasaya rêveberiyên herêmî û rakirina yasaya qeyûman divê bikevin rojevê.
Pêşketinên li Rojhilata Navîn û cîhanê rê nadin ku em demê winda bikin."
Nûvekirina herî dawî: 00:43:42