Trump bangî Îsraîlê kir: Divê bombekirin were rawestandin!
Serokê Amerîkayê Donald Trump, li ser daxuyaniya Hemasê bangî Îsraîlê kir û got, "Divê Îsraîl bi lez bombekirina Xezeyê rawestîne da ku em karibin dîlan bi lez û bi ewle derxînin."

Trump her wiha diyar kir ku ew bawer dike Hemas ji bo "aşitiyeke mayînde" amade ye.
Banga li Îsraîlê: Bombekirinê rawestînin
Serokê Amerîkayê Trump, derbarê bersiva Hemasê ya ji bo plana agirbestê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek da.
Trump di daxuyaniya xwe de tişt got:
"Li ser bingeha daxuyaniya ku nû ji aliyê Hemasê ve hatiye dayîn, ez bawer dikim ku ew ji bo aşitiyeke mayînde amade ne.
Divê Îsraîl bi lez bombekirina Xezeyê rawestîne da ku em karibin dîlan bi lez û bi ewle derxînin."
"Ne tenê ji bo Xezeyê, ji bo aştiya Rojhilata Navîn e"
Serokê Amerîkayê amaje pê kir ku niha rewşa li Xezeyê ne ewle ye û wiha got, "Em niha li ser hûrgiliyan dan û standinan dikin. Ev ne tenê bi Xezeyê ve girêdayî ye lê bi aştiya Rojhilata Navîn a ku demek dirêj e tê xwestin ve girêdayî ye."
Hemas çi pêşniyar dike?
Hemasê, bi rêya hesabê xwe yê medyaya civakî ragihandibû ku ew amade ye di berdêla rawestandina êrişên Îsraîlê û vekişîna tam a hêzên Îsraîlê hemû dîlên Îsraîlî yên sax û mirî serbest berde.
Rêxistinê her wiha diyar kiribû ku ew amade ye bi rêya navbeynkaran bi lez dest bi dan û standinan bike.
Di heman demê de, hatibû ragihandin ku li ser veguhastina birêvebiriya Xezeyê ji bo desteyeke teknokratên serbixwe yên Filistînî lihevkirin çêbûye.
Trump berê hişyarî dabû
Serokê Amerîkayê Donald Trump berê di daxuyaniyeke xwe de gotibû ku aştiya li Rojhilata Navîn dê bi awayekî pêk were.
Trump gotibû, "Ez ji hemû Filistîniyên bêguneh dixwazim ku ji bo ji metirsiya mirinê ya paşerojê xilas bibin, bi lez biçin herêmên ewletir ên Xezeyê.
Dê li wir ji aliyê kesên ku li benda wan in ve baş lê bê nêrîn. Dê ji bo Hemasê şanseke dawî were dayîn."
Trump spasiya Tirkiye û Qeterê kir: Îro rojeke mezin e
Donald Trump, derbarê plana agirbestê ya li Xezeyê de peyameke vîdeoyî jî parve kir. Trump di peyama xwe de spasiya Tirkiye, Qeter û welatên din ên ku di pêvajoyê de keda wan heye kir û got, "Îro rojeke mezin e, em dê bibînin ka dê her tişt çawa bi encam bibe."
"Spas ji bo Qeter, Tirkiye, Erebistana Siûdî, Misir û Urdinê"
Serokê Amerîkayê Trump, piştî ku bang li Îsraîlê kiribû ku bombekirinê rawestîne, bersiva Hemasê ya ji bo plana agirbestê nirxand.
Trump di peyama xwe ya vîdeoyî de wiha got:
"Ez dixwazim spasiya wan welatan bikim ku alîkariya min kirin ev pêvajo bigihîje vir; Qeter, Tirkiye, Erebistana Siûdî, Misir, Urdin û yên din.
Îro rojeke mezin e, em dê bibînin ka dê her tişt çawa bi encam bibe. Divê gotinên dawî bên zelalkirin."
"Her kesî dixwest ev şer bi dawî bibe"
Trump anî zimên ku ew li bendê ye dîl bi lez werin berdan û vegerin malên xwe û wiha domand:
"Ji ber vê yekê ez dixwazim ji we re bêjim. Îro rojeke gelekî taybet e, ji gelek aliyan ve belkî rojeke bêmînak e.
Ez spasiya wan welatên mezin ên ku piştgiriya me kirin jî dikim. Her kesî dixwest ev şer bi dawî bibe û aşitî li Rojhilata Navîn pêk were. Em gelekî nêzîkî bidestxistina vê yekê ne."
Nûvekirina herî dawî: 00:19:12