Omêd Xoşnaw: Me kêşeya geştyarên Kurd li firokexaneya Sabîha gihand Parêzgarê Stenbolê

Parêzgarê Hewlêrê ku niha ji bo beşdarbûna di Pêşangeha MUSIAD EXP 2024 li Stenbolê ye, got: “Me pirsgirêkên geştyarên Kurd li Firokxaneya Sabîha gihand Parêzgerê Stenbolê.”

28 Mijdar 2024 - 07:53
28 Mijdar 2024 - 07:53
 0
Omêd Xoşnaw: Me kêşeya geştyarên Kurd li firokexaneya Sabîha gihand Parêzgarê Stenbolê

Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw îro 27ê Mijdarê di konferanseke rojnamevanî ya hevbeş ligel Parêzgarê Stenbolê Davut Gul de got: “Me ligel Parêzgarê Stenbolê behsa xelkê Kurdistanê kir ku ji bo çareseriya tenduristî, karsazî û dema bêhnvedanê serdana Stenbolê dikin û li firokexaneya Sabiha rastî pirsgirêkan tên.”

Xoşnaw got jî: “Me ji Parêzgarê Stenbolê xwest ku rola wan ji bo çareserkirina pirsgirêkên geştyarên Kurd ên li balafirgeha Sabîha hebe.”

Parêzgarê Hewlêrê got jî: “Bi spasî Parêzgarê Stenbolê Davut Gul vexwendina me ya ji bo serdana Hewlêrê qebûl kir.”

Ji aliyê xwe ve, Parêzgarê Stenbolê Davut Gul di konferansa rojnamevaniyê de got: “Me ligel Parêzgarê Hewlêrê peywendiyên di navbera Hewlêr û Stenbolê de gotûbêj kirin.”

Herwiha Davut Gul amaje bi wê kir, ew ê hewl bidin ku pirsgirêkên li pêşiya geştiyaran derdikevin, bên çareserkirin.”

Şendeka Herêma Kurdistanê ku ji Parêzgeha Hewlêrê û Jûra Bazirganî û Pîşesaziya Hewlêrê pêk tê, li Stenbolê beşdarê Pêşengeha Navdewletî ya Komeleya Karsaz û Pîşesazên Serbixwe MUSIAD EXPO 2024 bû.

 

Ev nûçe bi tevahî 372 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 01:01:53