PAK: Em Elîşêr Beg û Zerîfe Xanimê bi rêzdarî bibîr tînin

PAKê ragihand, “Em di 85emîn salvegera şehadeta wan de Elîşêr Beg û Zerîfe Xanimê û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bibîr tînin.”

10 Tîrmeh 2022 - 03:35
10 Tîrmeh 2022 - 03:35
 0
PAK: Em Elîşêr Beg û Zerîfe Xanimê bi rêzdarî bibîr tînin

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) di 85emîn salvegera kuştina Elîşêr Beg û hevjîna wî Zerîfe Xanim, Rêberên Tevgera Netewî ya Kurd a Koçgîriyê, daxuyaniyek belav kir.

PAKê amaje bi wê kiriye, “Serokê Tevgera Netewî ya Kurd a Koçgîriyê Elîşêr Beg û Zerîfe Xanim hevjîna wî ya têkoşêr û kadroyeke rêber a Tevgera Netewî ya Kurd a Koçgîriyê, piştî şikestxwarina Tevgera Koçgiriyê, teslîmî Dewleta Tirkiyê nebûn, bi salan li çiyayên Dêrsimê jiyan.”

Di daxuyaniya PAKê de hatiye gotin, “Dewleta Tirkiyeyê li Dêrsimê amadekariya jenosîdeke berfireh dikir. Û gava ewil jî dixwest Elîşêr Beg û Zerîfe Xanimê bikujin.”

Herwiha PAK diyar dike, “Kesekî bi navê Zeynel ê ku kirîvê Elîşêr Beg bû, herweha sîxur û nokerê Dewleta Tirkiyê bû, roja 09.07.1937an serê Elîşêr Beg û Zerîfe Xanimê jêkirin û bir teslîmî Dewleta Tirkiyê kirin. Heta niha jî kes nizane ka termên Elîşêr Beg û Zerîfe Xanimê li ku derê ne.”

Di dawiya daxuyaniya xwe PAK, “Di 85emîn salvegera şehadeta wan de Elîşêr Beg û Zerîfe Xanimê û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî” bibîr tîne.

Ev nûçe bi tevahî 702 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 21:58:05