PAK: Em Jenosîda Ermenîyan Rûreş Dikin

Dewleta Osmanî di sala 1915ê de nêzikî 1.5 milyon Ermenî bi awayekî plankirî qetil kir...

24 Avrêl 2023 - 06:06
24 Avrêl 2023 - 06:06
 0
PAK: Em Jenosîda Ermenîyan Rûreş Dikin

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), 108emîn salvegera jenosîda Ermenîyan de daxuyaniyek belavkir:

"Jenosîda Ermenîyan jenosîdeke mezine di nav jenosîdên di cîhanê de.

Jenosîda Ermenîyan qirkirina miletekî ye û bi destê Dewleta Osmanî ve hatîye kirin.

Em di 108emîn salvegera jenosîda Ermenîyan de careke din Dewleta Osmanî û ‘İttihat Teraki’ û her kesekî/ê ku beşdarî vê jenosîdê bûye bi tundî rûreş dikin. Em şirîkê êş û xema gelê Ermenîyan e."

24.04.2023

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Ev nûçe bi tevahî 791 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 17:39:06