Parêzgarê Hewlêrê çû serdana Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê

Parêzgarê Hewlêrê çû serdana Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê.

2 Gulan 2024 - 07:06
2 Gulan 2024 - 07:06
 0
Parêzgarê Hewlêrê çû serdana Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê

Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw pîrozbahî li Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucakê û Dogan Hatun kir û heviya serkeftinê ji wan re xwest.

Li Amedê 15emîn Pêşangeha Çandinî û Ajeldariyê ya Mezopotamyayê bi rê ve diçe.

Pêşangeh ji aliyê Odeya Bazirganiyê ya Amedê ve tê birêvebirin.

Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw tevî nûnerên odeyên bazirganî û pîşesaziyê yên Hewlêr û Dihokê şandeyek ji Herêma Kurdistanê jî wekî vexwendiyên pêşangehê û ji bo danûstandin û xurtkirina pêwendiyên her du aliyan beşdarî pêşangehê bûn.

Umêd Xoşnaw bi şandeya Herêma Kurdistanê re duh çû serdena Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucakê û Dogan Hatun.

Hevserokên  Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê jî ji ber serdana Umêd Xoşnaw û şandeya Herêma Kurdistanê kêfxweşiya xwe anî ziman.

 

Ev nûçe bi tevahî 624 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:25:24