Parlamentera berê ya HDPê Semra Guzel hat binçavkirin

Semra Guzel li Edîrneyê ji aliyê Îstixbarata Tirkiyê (MÎT) û Ewlehiya Stenbolê ve hat binçavkirin.

3 Îlon 2022 - 03:33
3 Îlon 2022 - 03:33
 0
Parlamentera berê ya HDPê Semra Guzel hat binçavkirin

Semra Guzel ku wêneyên wê ligel endamekî PKKê li medyayê belav bûbû û piştre parêzbendiya wê ya parlamenteriyê hatibû rakirin, li ser rêya Edîrneyê ji aliyê Îstixbarata Tirkiyê (MÎT) û Ewlehiya Stenbolê ve hat binçavkirin.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu li ser hesabê xwe yê Twitterê got, Semra Guzel bi pasaporteke sexte, ligel qaçaxçiyê koçberan ê bi navê A.G û kesekî ku propagandaya rêxistinê kiriye, dema diçûn Edîrneyê, ji aliyê Îstixbarata Tirkiyê (MÎT) û Ewlehiya Stenbolê ve hatin girtin

Ev nûçe bi tevahî 693 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 20:31:53