Li Duhok'ê agir bi kampeke Kurdên Êzidî ket

Li Zaxo ya Duhokê agir Kampa Bacid Kendal a ku penaberên Kurdên Êzidî tê de dimînin ket û di encamê de 12 kon şewitîn.

3 Îlon 2022 - 06:05
3 Îlon 2022 - 06:05
 0
Li Duhok'ê agir bi kampeke Kurdên Êzidî ket

Hat ragihandin ku li Duhokê agir Kampa Bacid Kendal a ku penaberên Kurdên Êzidî tê de dimînin ket û di encamê de 12 kon şewitîn.

Rêvebirê Berevaniya Sivîl a Pêşabûrê Hacî Mîrza ragihand, bûyer îro Şemiyê di demjimêr 09:45an de qewimî û ti ziyanên canî çênebûne.

Li gor zanyariyan, demek berî niha agirekî mezin berbû kapma Bac Kendal a li sînorê parêzgeha Duhokê û heta naha nehatiye kontrol kirin.

Hat zanîn agir berbûye çend çadiran û tîmên berevaniya şaristaniyê ber bi cîhê bûyerê ve çûne û derbarê ziyanên canî de heta naha ti agahî nehatine belav kirin.

Kampa Bac Kenda dikeve qeza Sêmêlê û nêzîk Pêşabûr a ser bi parêzgeha Duhokê ye.

Ev nûçe bi tevahî 756 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 22:17:05