Parlamenterê berê yê HDPê bi jehrê ket

Parlamenterê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mehmet Alî Aslan ji ber gaza sobeyê bi jehrê ket.

31 Çile 2023 - 07:03
31 Çile 2023 - 07:03
 0
Parlamenterê berê yê HDPê bi jehrê ket

Parlamenterê berê yê HDPê yê Êlihê Mehmet Alî Aslan ji ber jehrîbûna bi gaza sobeyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Midyadê.

Li ser hesabê twitterê yê Mehmet Alî Aslan wiha hatiye nivîsandin: “Parlamenterê me Mehmet Alî Aslan ji ber jehrîbûna bi sobeyê rakirin Beşa Lezgîn a Nexweşxaneya Dewletê ya Midyadê. Niha mudaxeleyên pêwîst tên kirin. Ji bo wî diayan bikin.”

Mehmet Alî Aslanê ku di hilbijartinên giştî yên 1ê Mijdara 2015an de ji HDPê wek parlementerê Êlihê hatibû hilbijartin, di 25ê Mijdara 2019an de ji partiya xwe îstifa kiribû.

Ev nûçe bi tevahî 655 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 00:56:10