Parlamentoya Iraqê ji bo hilbijartina serokekî nû li şûna Halbûsî dicive

Biryar e îro Parlamentoya Iraqê ji bo hilbijartina serokê nû yê parlamentoyê bicive.

13 Çile 2024 - 05:14
13 Çile 2024 - 05:14
 0
Parlamentoya Iraqê ji bo hilbijartina serokekî nû li şûna Halbûsî dicive

Li gorî bernameya Desteya Serokatiya Parlamentoya Iraqê 13.12.2024 piştî nîvro dicive, ji bo serokekî nû yê Parlamentoya Iraqê li şûna Helbûsî hilbijêre.

Ji dema dûrxistina Mihemed Helbûsî di 15ê Mijdara 2023an ve, Sunneyan heta niha li ser namzedek hevbeş ji bo postê Serokê Parlamentoya Iraqê li hev nekirine.

Navên çend serkirdeyên Sunne ji bo posta serokê nû yê parlamentoya Iraqê hene, wek namzedê Partiya Teqadum Şalan Kerîm, namzedê Hevpeymaniya Siyada Selîm Îsawî û namzedê Hevpeymaniya Azim Mehmûd Meşhedanî.

Li gorî agahiyan, Sunneyan li ser ti yek ji wan namzedan li hev nakin, ji ber wê jî parlamento dê deng bide, ka kî bibe Serokê parlamentoyê.

Di 14ê Mijdara 2023an de Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê endamtiya Serokê Parlamentoyê Mihemed Helbûsî rawestand. Ev biryar bû sedema karvedanên tund ên partiyên Sunne û biryara Dadgeha Dederal, bi biryareke siyasî binav kirin.

Ev nûçe bi tevahî 497 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:44:04