Ji bo 10 parêzgehan hişyariya berfê hat dayîn

Rêveberiya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê hişyarî da ku li 6 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û 4 parêzgehên Tirkiyê îro dê berfeke zêde dê bibare.

13 Çile 2024 - 05:12
13 Çile 2024 - 05:12
 0
Ji bo 10 parêzgehan hişyariya berfê hat dayîn

Li gorî Rêveberiya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê li parêzgehên Mûş, Sêrt, Bedlîs, Colemêrg, Wan û Şirnexê yên Bakurê Kurdistanê û li parêzgehên Trabzon, Rîze, Artvîn û Gîresunê yên Tirkiyeyê berfeke zêde dibare.

Rêveberiya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê diyar kir ku divê welatî li gorî vê yekê tevbigerin.

Herwiha hatiye diyarkirin ku ji ber berfa zêde dibe ku di çûnûhatinê de zehmetî çêbibin û li hinek deveran jî ji ber barana zêde lehî rabe.

Rêveberiyê welatî hatine hişyar kirin ku tedbîrên pêwîst wergirin.

Doh li parêzgehên Erzirom, Qers û Agiriyê yên Bakurê Kurdistanê jî ji ber berfê rêya 316 gundan hatibû girtin.

Ev nûçe bi tevahî 1000 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 21:35:37