Parlamentoya Kurdistanê tê çalakkirin

Hat ragihandin ku Tevgera Gorran ku niha di nav Hikûmet û Parlamena Kurdistanê de, beşdar nabe vedigere parlamenê û wezîrên Gorran jî dê di kabîneyê de cihê xwe distînin.

13 Hezîran 2017 - 17:42
13 Hezîran 2017 - 17:42
 0
Parlamentoya Kurdistanê tê çalakkirin


Li gor nûçeya Rûdawê Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê Selahedîn Behadîn da xuyakirin ku Parlamentoya Kurdistanê dê di demek nêzîk de were çalakkirin û got, dê wezîrên Goranê jî vegerin nav kabîneya Hikûmeta Herêma Kurdistanê.

Behadîn da zanîn: "Di demeke nêzîk de dê Parlamentoya Kurdistanê were çalakkirin û dê dest bi karên xwe bike û wezîrên Tevgera Goran jî dê vegerin ser karê xwe."

Ji ber krîza navbera alîyên siyasî yên Herêma Kurdistanê seroktîya Serokê Parlamena Kurdistanê Yûsif Mihemed 12ê Cotmeha 2015an hatibû hilweşandin û wezîrên Gorranê jî ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê û parlamentoyê vekişiyabûn.

Ev nûçe bi tevahî 1813 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 10:11:03