Parlamentoya Kurdistanê li ser çend pirsekan dicive!
Biryare îro 12.02.2018ê demjimêr 11:00ê parlamentoya Kurdistanê bicive û guftûgo li ser çend proje yasayan bike.

Parlamenterê fraksiyona PDKê li parlamentoya Kurdistanê Ferhan Cewher ji BasNewsê re ragehand, li gor karnameya rûniştinê ku hatiye diyar kirin, guftûgo li ser proje yasaya zêdegaviyên ser erd û milkên dewletê ya ji aliyê hemwelatiyan û berpirsan ve pêkhatiye dê bê gotûbêj kirin. Herwaha yasaya îcazet wergirtinê guftûgo dê bê kirin.
Herwaha got: ‘’Di civîna îro ya parlamentoyê de proje yasaya nehiştina bazirganiya mirov û peyrewa navxwe ya parlamentoyê jî dê bê guftûgo kirin.’’
Ferhan Cewher diyar kir: ‘’ji ber dest ji kar berdana çend parlamenteran a ji lijneyan û zêde kirina çend parlamenteran bo wan lijneyan jî dê deng li ser bê dayîn.’’
Nûvekirina herî dawî: 08:39:32