Parlamentoya Tirkiyeyê endamtiya Swêdê ya NATOyê qebûl kir

Parlamentoya Tirkiyeyê endamtiya Swêdê ya NATOyê qebûl kir.

24 Çile 2024 - 03:07
24 Çile 2024 - 03:07
 0
Parlamentoya Tirkiyeyê endamtiya Swêdê ya NATOyê qebûl kir

Pêşnûmeya ku erêkirina protokola endamtiya Swêdê ya NATOyê guncav dibîne, di Lijneya Giştî ya Parlamentoya Tirkiyeyê de hat qebûlkirin.

Di dengdana li parlamentoyê de ya ku 347 parlamenter beşdar bûbûn de, 287 dengên erê û 55 dengên na hatin bikaranîn.

Parlamenterên AK Partî, CHP û MHPyê dengên erê dan pêşnûmeyê.

Herwiha parlamentrên ÎYÎ Partî, Partiya Saadetê, Huda-Par, Partiya Ji Nû ve Refah, TÎP, Demokrat Partî û DSPyê dengên na bi kar anîn.

Swêd piştî destpêkirina şerê Ukrayna-Rûsyayê bi Fînlandiyayê re biryar dabû ku tevlî NATOyê bibe. Lê belê Tirkiye li dijî endamtiya her du welatan derketibû.

Ev nûçe bi tevahî 769 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:02:11