Parlamentoya Tirkiyeyê gotina 'bajarên Kurdan' qebûl nekir

Serokatiya Parlamentoya Tirkiyeyê pêşniyarnameya lêkolînê ya Parlamentera DEM Partiyê bi hinceta bikaranîna gotina "bajarên Kurdan" qebûl nekir û vegerand.

21 Gulan 2026 - 10:28
21 Gulan 2026 - 10:28
 0
Parlamentoya Tirkiyeyê gotina 'bajarên Kurdan' qebûl nekir

Parlamentera Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) ya Şirnexê Newroz Uysal Aslanê 27ê Nîsanê ji bo lêkolîna “kuştinên kiryarnediyar”, windakirina di dema desteserkirinan de, înfazên bêdaraz û dosyeyên bêcezahiştinê pêşniyarnameyek pêşkêşî Serokatiya Parlamentoyê kiribû û daxwaza lêkolîna wan kiribû.

Serokatiya Parlamentoyê, bi îmzeya Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş pêşniyarname vegerand û xwest ku ew pêşniyarname were sererastkirin.

Serokatiya Parlamentoyê di nivîsa vegerandinê de amaje bi xala 67an a Rêziknameya Navxwe ya Parlamentoyê da û îdîa kir ku “îhtimal heye gotina bajarên Kurdan ku di hinceta pêşniyarnameyê de derbas dibe beşeke civakê biêşîne û birîndar bike.”

Her wiha hat diyarkirin ku divê ew gotin ji pêşniyarnameyê werin derxistin û li gorî rêziknameyê werin guhertin ku careke din kar li ser were kirin.

"Peyameke polîtîk e"

Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal Aslanê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bi daxuyaniyeke nivîskî nerazîbûn nîşanî vê biryarê da.

Newroz Uysal Aslanê destnîşan kir ku di pêşniyarnameya wê de ti gotinên nebaş an jî yên ku bibin sedema bêzarî û êşandina aliyan nînin.

Aslanê bal kişand ser dema biryarê û anî ziman:

"Ev biryar di Hefteya Windayan de, peyameke polîtîk e ku li dijî xizmên windayan, Dayîkên Şemiyê û hemû kesên li pey rastiyê ne hatiye dayîn."

Aslanê gotinên Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Akin Gurlek ên ku digot “dem bi ser dadmendiyê re naçe” bi bîr xistin û xwest ku ev dadmendî ji bo dosyeyên Musa Anter, Vedat Aydin, Nezîr Tekçî û bûyerên wekî Vartînîs, Licê, Cizîr û Robozikê jî were bicihanîn.

 

Ev nûçe bi tevahî 56 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 18:55:53