Partiya Gel a Kurdistanî - Sûriyeyê kongreya xwe li dar xist

Partiya Gel a Kurdistanî – Sûriyeyê yekemîn kongreya xwe li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê li dar xist.

14 Tebax 2023 - 02:31
14 Tebax 2023 - 02:31
 0
Partiya Gel a Kurdistanî - Sûriyeyê kongreya xwe li dar xist

Di dema lidarxistina kongreyê de rewşa rêxistinî ya wê partiyê, mijarên weke rewşa Sûriyeyê û xemsariya civaka navdewletî ya derbarê wî welatî de hatin gotûbêjkirin.

Yekemîm Kongreya Partiya Gel a Kurdistanî – Sûriyeyê di bin van dirûşman de bi rê ve çû:

Ji bo danpêdana destûrî bi mafên neteweyî yên gelê Kurd li Sûriyeyê

Ji bo Sûriyeke ku teror û tundrewî lê nebe

Ji bo bidawîanîna dagirkariya Tirkiyeyê li navçeyên Kurdistanî

Ji bo yekîtî û yekrêziya Kurdan

Ji bo peydakirina mafên hemû pêkhateyan li Sûriyeyê

Ji bo aktîvkirina rola ENKSyê

Herwiha beşdariyên kongreyê ji Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) xwest ku “dest ji kiryarên revandin, girtin û birina ji bo leşkeriya bi zorê berde.”

Li aliyê din, endamên polîtburoyê jî hatin hilbijartin.

Ev nûçe bi tevahî 747 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 01:05:50