PDK-S di 69 saliya xwe de: Em li ser rêbaza Barzanî û têkoşîna demokratîk berdewam in
Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriyê (PDK-S) ku di 14ê Hezîrana 1957an de wek yekemîn partiya siyasî ya Kurd li Sûriyeyê hatiye damezrandin, salvegera xwe ya 69emîn pîroz dike. PDK-Sê bi vê helkeftê peyameke pîrozbahiyê û siyasî arasteyî gelê Kurd û hevparên xwe yên niştimanî kir.

Polîtburoya PDK-Sê îro 13ê Hezîranê di peyama xwe de amaje bi wê kir, PDK-S di 14ê Hezîrana 1957an de ji aliyê komek rewşenbîr û ronakbîrên Kurd ve hat damezrandin ku bîranînên Tevgera Xoybûnê û xebatên xwendekar û ciwanan hildigirtin. Hat destnîşankirin ku damezrandina partiyê bersiveke dîrokî bû ji bo hewcedariya gelê Kurd a bi rêxistineke siyasî da ku mafên xwe yên neteweyî û niştimanî li ser axa xwe ya dîrokî biparêze.
PDK-Sê bal kişand ser wan salên dijwar ku tê de serkirdayetî û endamên wan rûbirûyî girtin, îşkence û zindanan bûne; bi taybetî di serdema Yekîtiya Sûriye û Misrê, desthilata Partiya Beisê de. Herwiha diyar kir ku wan li dijî projeyên nijadperest ên wekî "Kembera Erebî" û "Serjimêriya Awarte" ya 1962an û siyaseta erebkirina navan bi biryardarî têkoşîn kiriye.
Di peyamê de hat tekez kirin ku PDK-S her dem li ser "Rêbaza Barzaniyê Nemir" ya xebat, dilsozî û qurbaniyê meşiyaye. Hat gotin jî, bandora Şoreşa Îlonê û Gulanê û peywendiya stratejîk a bi PDKê re, partî kiriye beşek ji projeya neteweyî ya Kurdistanê ku ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve tê birêvebirin.
PDK-S wekî damezrînera Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS), careke din bang li yekrêziya navmala Kurdî kir. Di peyamê de behsa encamên Konferansa 26ê Nîsana 2025an û belgeya siyasî ya bo diyalogê hat kirin û amadehiya xwe diyar kir ku ji bo serkeftina dozê, destê wan her dem ji bo lihevkirina neteweyî û niştimanî vekirî ye.
Derbarê rewşa Sûriyê de, PDK-S tekezî li ser nasîna destûrî ya hebûna gelê Kurd, dabînkirina mafên wan ên neteweyî yên rewa dike. Herwiha xebatê ji bo avakirina Sûriyeyeke nû, demokratîk û federal dike ku tê de mafên hemû pêkhateyên neteweyî yên mîna Ereb, Kurd, Suryan, Aşûr, Ermen û Tirkmenan, li gel hemû baweriyên olî yên wekî Misliman, Krîstiyan û Êzîdiyan li ser bingeha welatiya wekhev bên parastin."
Di dawiya peyamê de, Polîtburoya PDK-Sê silavên xwe şandin bo giyanê şehîdan, girtiyên siyasî û hemû têkoşerên ku di van dehsalan de partî parastine. Herwiha PDK-Sê soz da gelê Kurd ku ew ê heta bidestxistina azadî, rûmet û dadperweriyê, li ser rêya têkoşîna aştiyane û demokratîk berdewam bin.
Nûvekirina herî dawî: 17:44:21















































































































































































