PDK û YNKê li Hewlêrê dicivin

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanî (YNK) sibe li ser mijara hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û encûmenên parêzgehan dicivin.

9 Tîrmeh 2023 - 16:36
9 Tîrmeh 2023 - 16:36
 0
PDK û YNKê li Hewlêrê dicivin

Li gorî zanyariyan, şandeke Polîtburoya YNKê îro 9ê Tîrmehê serdana Polîtburoya PDKê dike û li ser pirsa hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê û encûmenên parêzgehan dicivin.

Ev civîn berdewamiya civîna dawî ya her du polîtburoyan e ku roja duşemê 26.06.2023ê li baregeha Polîtburoya YNKê li Hewlêrê pêk hat.

Hilbijartinên encumenên parêzgehên Iraqê dê di 18/12/2023an de bên kirin. Pêştir jî Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî roja 18ê Mijdara 2023ê bo hilbijartinên Parlamentoya Iraqê destnîşan kiribû, berî ku Dadgeha Bilind a Federalî ya Iraqê di 30ê Gulanê de dirêjkirina temenê xula pêncemîn a Parlamentoya Herêma Kurdistanê bi “nedestûrî” binav bike.

Peyamnêrê K24ê da zanîn ku her du polîtburoyên PDK û YNKê dê çawaniya beşdarbûna di hilbijartinên encûmenên parêzgehên Iraqê û hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de gotûbêj bikin.

Ev nûçe bi tevahî 926 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:51:39