PDK û YNK: Petrol nabe sedema paşxistina serxwebûnê

Berpirsên PDK û YNKê dibêjin, pozberiya welatên cîran a liser petrola Kurdistanê û herwiha nakokiyên navxweyî nabe sedema paşxistina serxwbûna Kurdistanê.

25 Adar 2017 - 05:04
25 Adar 2017 - 05:04
 0
PDK û YNK: Petrol nabe sedema paşxistina serxwebûnê

Fermangeha Welatên Cîran a Wezareta Derve ya Iraqê di raporekî de behsa hûrgûliyên pozberiya Îran û Tirkiyê ya li ser petrola Kerkûkê kiribû û îdîa kiribû, ku ji ber vê pozberiyê di navbera partiyên kurdî de nakokî zêdetir bûne.

Herwiha di raporê de hatibû gotin, ku ev pozberî û nakokî dê bibe sedema paşvexistina serxwebûnê.

Derbarê vê mijarê de Parêzgarê Kerkûkê û Endamê Polîtbûroya Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) Necmedîn Kerîm ji Rûdawê re got; “Ji bo serxwebûna Kurdistanê hemû kurd yekdeng in. Gelê Kurdistanê dixwaze mafê wê hebe çarenivîsa xwe diyar bike.”

Fermangeha Welatên Cîran a Wezareta Derve ya Iraqê di rapora xwe de amaje bi rapora ajansa Monîtor a amerîkî jî kiribû û gotibû; “Vê raporê hiştiye di navbera aliyên siyasî yên Kurdistanî de pirgirêk kûrtir bibin û kar bigihije wê astê ku hizra perçebûna Herêma Kurdistanê bikeve rojevê. Herêmeke din bê avakirin û Silêmanî, Helebce, Kerkûk û Xaneqîn bikevin nav vê herêma nû. Bi vî awayî desthilata Serokê Herêma Kurdistanê ya berî sifir dibe û ev yek jî hemû projeyên serxwebûnê paşve dixe.”

Berpirsê Eniya Rojavayê Kerkûkê û Endamê Polîtbûroya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Kemal Kerkûkî dibêje; “Ev xewna Bexdayê ye. Petrola Kurdistanê ya gelê Kurdistanê ye. Ne yê PDK û YNKê ye. Ji ber vê yekê bi ti awayî nabe pirsgirêk. Gelê Kurdistanê dê referandûma xwe bike, biryara çarenivîsa xwe bide û serxwebûna xwe rabigihîne.”

Ev rapora Fermangeha Welatên Cîran a Wezareta Derve ya Iraqê di demekê de ye, ku Sibata derbasbûyî hêzekî serbazî yê ser bi YNKê biser şîrketa Petrola Bakûr a Kerkûkê de girt û ji bo çend demjimêran hinardekirina petrolê girt. Ev yek bû sedema nîgeraniya hikûmeta Herêma Kurdistanê.

Derbarê rapora Fermangeha Welatên Cîran a Wezareta Derve ya Iraqê de Rûdawê nêrîna hemwelatiyên Başûrê Kurdistanê girt, ew jî ligel aliyên siyasî li ser pirsa petrolê hevdeng in.

Ev nûçe bi tevahî 1987 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 18:20:55