Daxwaz hat kirin ku endamên ENKSê yên Cenevê biguherin

Daxwaz hat kirin, her du endamên Encûmena Niştîmanîya Kurd li Sûriyê (ENKS) ku di civînên Cenevê de cî digirin werin guhertin.

25 Adar 2017 - 04:20
25 Adar 2017 - 04:20
 0
Daxwaz hat kirin ku endamên ENKSê yên Cenevê biguherin

Endamekî Komîteya Têkiliyên Derve ya ENKSê ji partiya Şepêla Pêşeroja Kurd Siyamend Haco ji rêveberiya ENKSê daxwaz kir, Ebdûlhekîm Beşar û Fûad Elîko ku di danûstandinên Cenevê de cî digirin bi hin endamên din ên ENKSê werin guhertin.

Li gor nûçeya Rûdawê Siyamend Haco, her du endamên ENKSê bi ‘bêdengmayîna li civînan li qada navnetewî' tohmetbar kir û got ku ew rola xwe bi cî nayînin.

Hêjayî gotinê ye, Ebdûlhekîm Beşar û Fûad Elîko li ser navê ENKSê beşdarî civînên Cenevê yên gera 5an dibin.

Ev nûçe bi tevahî 1416 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 06:32:33