Bulent Arinç: Demîrtaş ji hevjîna xwe re gotiye ‘Êdî tu here’
Serokê berê yê Parlamentoya Tirkiyeyê Bulent Arinç behsa serdana xwe ya ji bo Hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş û çalakvanê mafên mirovan û karsaz Osman Kavala kir.
Arinç ragihand ku Demîrtaş gotiye, "Hevjîna min (Başak Demîrtaş) çar roj in li benda berdana min e " û Demîrtaş ji hevjîna xwe re gotiye "Êdî tu here."
Demîrtaş neh sal û Kavala jî heşt sal in girtî ne.
Derbarê her duyan gelek biryarên binpêkirinê yên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) hene lê ew hîn jî girtî ne.
Arinç 11ê vê mehê li girtîgehê seriyek da Kavala û Demîrtaş.
“Girtina her kesî ne karekî rast e”
Bulent Arinç di bernameyeke Lîder Haberê de li ser hevdîtinê axivî û got:
"Ez hiqûqnas im, ez pîşeyên din nizanim. Min 25 salan hewl da ku behsa hiqûqê bikim. Ji ber ku Komara Tirkiyeyê dewleteke hiqûqî ya demokratîk, laîk û civakî ye.
Li hinek jûrên girtîgehan 70 kes hene. Hene ku bi dorê radizin.
Piştî dîtina van hemûyan, girtina her kesî ne karekî rast e. Hûn dikarin li malê heps bikin, îmzeyê bistînin."
"Kavala mirovekî gelekî medenî ye"
Arinç diyar kir ku ew Demîrtaş ji dema parlamenteriyê nas dike û got:
"Berê ji bo yek du mijaran bi min re ketibû têkiliyê. Neh sal in li hundir e.
Kavala jî mirovekî gelekî medenî û delal e. Min bi her duyan re jî zêdetirî saetekê hevdîtin kir, me civat kir.
Tiştê ku divê em li ber çavan bigirin biryarên DMME û Dadgeha Destûrê ne. Derbarê kê de be bila bibe, divê em pêk bînin.
"Êdî tu here"
Her du jî baş in. Min Demîrtaş hinekî zeîf dît, yê din (Kavala) min cara yekem dît. Ew bi sebirê dizanin.
Nebû nesîb ku ez li malên wan seriyekî bidim wan.
Ez bawer im ku di rojên pêş de ev berdan dê çêbibin. Heta Selahattîn Beg got 'Hevjîna min (Başak Demîrtaş) çar roj in li benda berdanê ye' lê gotiye 'Êdî tu here.'
"Di her duyan de jî rik û nefret tune"
Di her duyan de jî li hemberî kesî rik û nefret tune. Ez herî zêde li ser vê yekê şaş mam.
Eger ez rastî heman tiştî bihata, gava ez derketibama dê min... Mirovê normal vê li yekê difikire.
"Biryar heye, em dê li gorî wê tevbigerin"
Demîrtaş neh salên xwe daye. Di bûyerên Kobaniyê de me 37 canê xwe ji dest da lê ji ber vê îdiayê biryara beraeta hemûyan hat dayîn.
Statuya Demîrtaş niha girtî ye. Derbarê Osman Kavala de hikmekî teqez heye.
Derbarê her duyan biryara berdana ji esasê ya DMMEyê heye. Em dê li gorî vê tevbigerin.
"Mirovên gelekî hêja ne"
Min ji her duyan re jî sebir pêşniyar kir. Wan jî ji min re pêşniyar kir. Her du jî mirovên gelekî hêja ne.
Li ser hebûn û yekîtiya welêt difikirin.
Dixwazin welat ji nû ve li hev vegere. Dibêjin çi dikeve ser milên me em dê bikin.
Bi taybetî ji aliyê Demîrtaş ve zimanê wan ê tûj ê berê nemaye… Dibêje 'Em û hevalên xwe em dê ji bo yekîtî û aramîya vî welatî bixebitin, bila herkes vê yekê ji me hêvî bike.'"
Nûvekirina herî dawî: 14:50:55