Penaberekî Sûrî li Dîlokê bi guleyê hat kuştin
Ciwanekî Sûrî li bajarê Dîlokê yê bakurê Kurdistanê bi guleya nijadperestekî Tirk de hat kuştin.

Mediyaya xwecihî ya Sûriyê belav kir, penaberekî Sûrî yê bi navê Ehmed Mehmûd El-Sexîr dema ku ji karê xwe vedigeriya malê, bi guleya nejadperestekî li Dîlokê hat kuştin.
Li gor hatiye belav kirin, penaberê kuştî 27 salî ye, xelkê parêzgeha Helebê ye û beriya 3 salan ligel hevjîn û keça xwe koçberî Tirkiyeyê bûye.
Heta niha sedema kuştinê ne hatiye zanîn û ti daxuyaniyeke fermî derbarê vê bûyerê de nehatiye belav kirin.
Pêştir li Tirkiyeyê gelek bûyerên nijadperestiyê li hember penaberên Sûriyeyê rû dane û hejmarek kes hatine kuştin, bêyî ku desthilatdarên Tirkiyeyê sînorekê ji van kiryaran re deyne.
Nûvekirina herî dawî: 00:14:06