Pentagonê: Belavkirina agahiyên leşkerî dê hêzên me bixe xeterê

Berdevkê Wezareta Berevanîya Amerîkayê (Pentagon) Eric Pahon, li ser nûçeya Ajansa Anadolê diyar kir, belavkirina nûçeyên li ser hurgiliyên xalên leşkerî yên Amerîkayê li bakurê Sûriyê (Rojava), dibe ku ziyanê bigihîne têkoşîna dijî DAIŞê.

20 Tîrmeh 2017 - 03:08
20 Tîrmeh 2017 - 03:08
 0
Pentagonê: Belavkirina agahiyên leşkerî dê hêzên me bixe xeterê

Pahon li ser pirsa Spûtnîkê got: "Ji ber sedemên ewlehiyê cihên hêzên hevpeymaniyê yên ku li Sûriyê DAIŞê têk dibin, em eşkere nakin. Belavkirina agahiya leşkerî ya hesas hişt ku beredayî hêzên hevpeymaniyê bikevin rîskê û dibe ev yek operasyona dijî DAIŞê têk bibe."

Pahon herwiha got, "Derfetên me yên ku em çavkaniyên di nûçeyê de derbas dibin piştrast bikin tune ne, lê em gelekî jê dikevin metirsiyê ku rayedarên endameke NATOyê bi belavkirina agahiyên bi vî rengî hêzên me bixin xeteriyê."

Ev nûçe bi tevahî 1200 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 04:15:57