Pentagon: Sîlihên ku Tirkiyê tehdît bikin em ê ji YPGê bistînin

Berdevkê masa Rojhilata Navîn yê Pentagonê Pahon, li ser babeta sîlihên ku dane PYD/YPGê weha got: ”Em ê bi dorê ew sîlihên ku hevkarê me Tirkiye tehdit dikin, bicivînin"

1 Berfanbar 2017 - 03:54
1 Berfanbar 2017 - 03:54
 0
Pentagon: Sîlihên ku Tirkiyê tehdît bikin em ê ji YPGê bistînin

Berdevkê masa Rojhilata Navîn yê Pentagonê Pahon, li ser babeta sîlihên ku dane PYD/YPGê weha got: ”Em ê bi dorê ew sîlihên ku hevkarê me Tirkiye tehdit dikin, bicivînin. Lîsta wan bi Tirkiyê re heye.” Pahon di mijara hêjmarân de ti reqem neda.

Li ser pirseka rojnamevanekî, alavên ku ne yên şerin, weke alavên ku mayîna radikin, dozer, excavator, alavên ragihandina personelan wê ji PYDê nestînin.

Pahon got; ew sîlihên zirxî yên MRAP, tivingên makînelî, roketavêj, sîlihên ku li hember alavên zirxî tên bikaranîn, dê hemû bên civandin.

Ev nûçe bi tevahî 1264 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 03:43:24