Barzanî derbasî Tirkiyeyê bû

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbasî Tirkiyeyê bû. Barzanî ji wir dê biçe Ewropayê.

1 Berfanbar 2017 - 06:34
1 Berfanbar 2017 - 06:34
 0
Barzanî derbasî Tirkiyeyê bû

Piştî referandûma Herêma Kurdistanê di navbera Enqere û Hewlêrê de rûdaneke surprîz çêbû. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî ji dêriyê Xabûrê derbasî Tirkiyeyê bû. Hate ragihandin ku Barzanî dê ji Tirkiyeyê biçe Ewropa.

Hêjayî gotinê ye ku piştî referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê Tirkiyeyê sehaya xwe ya esmanî ji Herêma Kurdistanê re girtibû.

Ev nûçe bi tevahî 1380 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 05:26:41