Pentagonê ji budçeya 2019an 550 milyon dolar bo YPG/HSDê terxan kir

Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) ji budçeya sala 2019an, 550 milyon dolar ji bo Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD/QSD) ku li Sûriyê li dijî DAIŞê bi wan re kar dike, terxan kir.

13 Sibat 2018 - 02:52
13 Sibat 2018 - 02:52
 0
Pentagonê ji budçeya 2019an 550 milyon dolar bo YPG/HSDê terxan kir

Hat ragihandin ku Pentagonê ji nav budçeya xwe ya sala 2019an ji bo rahênan û biçekkirina HSDê 300 milyon dolar û ji bo avakirina hêzên parastina sînorî jî 250 milyon terxan kiriye.

Herwiha hat diyarkirin ku Pentagonê ji bo modernîzasyona beşên bejahî, hewayî û deryavanî yên sîstemên nukleerî jî 24 milyar dolar budçe hatiye terxankirin.

Hêjayî gotinê ye, bi sedema alîkariyên Amerîkayê yên bo hêzên kurdî li Sûriyê, têkiliyên Amerîka-Tirkiyê ketine rewşeke aloz.

Ev nûçe bi tevahî 2086 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 10:05:54