Serokwezîr Barzanî fermana damezrandina 4 rêveberên giştî da!

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê fermana damezrandina çar rêveberên giştî li çar wezaretên hikûmetê da.

12 Sibat 2018 - 09:18
12 Sibat 2018 - 09:18
 0
Serokwezîr Barzanî fermana damezrandina 4 rêveberên giştî da!

Li gor fermanê ku îmzaya serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser e, îro 12.02.2018ê hatiye derxistin, fermana damezrandinê û roja dest bikar kirinê dê bê bicîh kirin.

Nave wan kesên ku hatine damezrandin û navê wezaretan.

Beşdar Ebdulxaliq, Rêveberê Giştî yê Perwerdeya Hewlêrê.

Damaw Mihemed, ku fermanbere li wezareta Elektrîkê tê veguhestin bo wezareta karûbarên şehîdan û dê dest bi kar bike li wezaretê û erkê wî: Rêveberê Giştî yê Şehîd û Enfalbûyên Hewlêrê.

Yusif Çawşîn, ku fermanbere li desteya Mafê Mirov tê veguhestin bo wezareta karûbarên Civakî û dê dest bi kar bike li wê wezaretê û erkê wî: Rêveberê Giştî Çavdêrî û Geşepêdana Civakî li Hewlêrê.

Nebez Mihyedîn, Rêveberê Giştî yê Şaredariyên Hewlêrê.

Ev nûçe bi tevahî 1087 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:04:28