Peyama pîrozbahiyê ya Serok Barzanî bi helkefta cejna Cemayê ya Êzidiyan

Bi helkefta cejna Cemayê ya Êzidiyan, Serok Barzanî peyameka pîrozkirinê parve kiriye, têde hatiye: Ez tekezê li ser bihêzkirina çanda pêkvejiyana navbera tevaya pêkhatên gelê Kurdistanê dikim.

6 Cotmeh 2023 - 07:27
6 Cotmeh 2023 - 07:27
 0
Peyama pîrozbahiyê ya Serok Barzanî bi helkefta cejna Cemayê ya Êzidiyan

Naveroka peyama Serok Barzanî bi helkefta cejna Cemayê ya Êzidiyan wiha ye:

"Bi navê Xudê mezin û dilovan

Bi helkefta hatina cejna Cemayê ya xûşk û birayên Êzidî, ez pîrozbahiyên gerim li Mîrê Êzidiyan û Baba Şêxî û civata rohanî ya olê Êzidiyan û hemî xûşk û birayên Êzidî yên Kurdistanê û cîhanê dikim.

Li vê derê em tekezê li ser hindê dikin ku divêt xûşk û birayên Êzidî bi taybet li devera Şingalê bişên birînên xwe sarêj bikin û bi azadî û dûr ji hemî givaştin û astengan biryarê li ser çarenivîsê xwe bidin.

Her bi vê helkeftê, ez tekezê li ser bihêzkirina çanda pêkvejiyanê di navbera hemî pêkhatên olî û neteweyî yên Kurdistanê de dikim û hîvîdar im xûşk û birayên me yên Êzidî cejn û helkeftên xwe bi aramî û dilxweşî bikin.

Cejna we pîroz be û bi xêr û xweşî bimînin."

Ev nûçe bi tevahî 857 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:56:01