PKKê bi fuzeyan êrîşî leşkerên tirk kir

Hat ragihandin ku PKKyîyan êrîşeke bi moşekan biriye ser baregeha Çelê ya leşkerên Tirkiyê.

14 Çile 2018 - 06:22
14 Çile 2018 - 06:22
 0
PKKê bi fuzeyan êrîşî leşkerên tirk kir

Li gor nûçeya medya Tirkiyê, di encama êrîşa ku ji çiyayê Kulika ji nav sînorên Herêma Kurdistanê hatiye kirin de, leşkerekî tirk bi parçeyê şarapnelê birîndar bûye.

Hat gotin ku hîn cureyê wê fuzeya hatiye bikaranîn nehatiye tesbîtkirin. Leşkerê ku birîndar bûye, bi helîkopterê bo nexweşxaneya dewletê ya Colemêrgê hatiye veguhestin ku hat diyarkirin, birîna wî sivik e.

Ev nûçe bi tevahî 2305 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 22:42:22