Projeyasaya petrol û gazê di 6 mehan de di navbera Bexda û Hewlêrê de tê derxistin

Serokwezîrê destnîşankirî yê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro karnameya hikûmeta xwe eşkere kir.

27 Cotmeh 2022 - 10:27
27 Cotmeh 2022 - 10:27
 0
Projeyasaya petrol û gazê di 6 mehan de di navbera Bexda û Hewlêrê de tê derxistin

Li gorî beşek karnameya hikûmeta Sûdanî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal dê di nava 6 mehan de, projeyasaya petrol û gazê û bûdceyê li gorî destûra Iraqê amade bikin.

Di karnameyê de hatiye, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê dê bi piştevaniya hêzên siyasî yên ku li ser vê ajandayê li hev kirine, li ser mijarên petrol û bûdceyê gotûbêj bikin, heta derxistina yasaya petrol û gazê li gorî destûrê di heya şeş mehan de.

Ji bo dariştina yasaya petrol û gazê di karnameya Sûdanî de hatiye, komîteyeke taybet ji bo karûbarên yasayî, darayî û sotemeniyê ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê ve tê pêkanîn.

Projeyasaya petrol û gazê dê di 6 mehan de di navbera Hikûmeta Federal û Hikûmeta Kurdistanê de tê derxistin.

Ev nûçe bi tevahî 655 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 04:46:36