Li Dêrsîmê operasyona leşkerî hat destpêkirin

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê li parêzgeha Dêrsîmê ya Bakurê Kurdistanê, operasyoneke leşkerî da destpêkirin.

27 Cotmeh 2022 - 10:28
27 Cotmeh 2022 - 10:28
 0
Li Dêrsîmê operasyona leşkerî hat destpêkirin

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihand, li navçeya Pulurê ya Dêrsîmê li dijî PKKê “Operasyona Payîz-Zivistan-4 a Eren Dorpêç” hatiye destpêkirin.

Wezareta Navxwe ragihandiye ku dê operasyon li herêma Çiyayê Mircu, ji aliyê Fermandariyên Cendirme yên Dêrsîm û Erzînganê ve bi hevbeşî bê birêvebirin û 548 cendirmeyên hêzên taybet, polîsên hêzên taybet, komando û cerdevan beşdar bibin.

Herwiha dê Fermandariyên Herêmî yên Cendirme yên Dêrsîm û Erzeromê serpereştiya operasyonê bikin.

Ev nûçe bi tevahî 486 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 02:48:20