Bafil Talebanî, Mezlûm Ebdî û Nûnerê Trump civiyan

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî li Debaşana Silêmaniyê bi Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê Donald Trump, Tom Barrack û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî re civiya.

25 Sibat 2026 - 10:18
25 Sibat 2026 - 10:18
 0
Bafil Talebanî, Mezlûm Ebdî û Nûnerê Trump civiyan

 Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî li Debaşana Silêmaniyê bi Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê Donald Trump, Tom Barrack û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî re civiya.

Endamê Polîtburoya YNKyê Qubad Talebanî jî di civînê de amade bû.

Di hevdîtinê de tekezî li ser bicihkirina rêkeftina 29ê Kanûna Paşîn a di navbera HSD û hikûmeta Sûriyeyê de hat kirin.

Aliyan xwest ku dawî li astengiyên li pêşiya vê rêkeftinê were anîn.

“Divê Şam rêzê li hemû pêkhateyan bigire”

Aliyên ku beşdarî civînê bûn diyar kir ku divê Şam rêzê li hemû pêkhateyan bigire.

Her wiha hat gotin ku ew dê alîkariya Sûriyeyê bikin da ku li herêmê û di nava civaka navneteweyî de bibe welatekî avaker.

 

Ev nûçe bi tevahî 78 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 07:17:11