PWK: Em desteser kirina mamoste, xebatkar û rêvebirên MED-DERê şermezar dikin

Li Diyarbekir polîsan avêtin ser MED-DER ku hevserokên MED-DERê jî tê de 16 kes hatin binçavkirin.

24 Îlon 2024 - 11:56
24 Îlon 2024 - 11:56
 0
PWK: Em desteser kirina mamoste, xebatkar û rêvebirên MED-DERê şermezar dikin

Îro(24.09.2024) li Amedê polîsan bi ser avahîya Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) û avahiya Payîz Pirtûkê girtine.

Hate ragehandin ku gelek mamoste, xebatkar û rêvebirên MED-DERê hatine desteserkirin.

MED-DER li Amedê ji sala 2017an vir ve dersên zimanê Kurdî dide.

Ev êrîşna gişt, berhemê dijayetîya zimanê kurdî ne.

Em desteser kirina mamoste, xebatkar û rêvebirên MED-DER û êrîşa li ser avahiya Payîza Pirtûkê şermezar dikin.Divê hemû kesên ku hatine deteser kirin, demildest bêne berdan.

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

 

 

Ev nûçe bi tevahî 1002 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 22:36:39