PWK: Em Qebûlkirina Serlêdana Diakurdê ya Ji Bo Netewên Yekbûyî Pîroz Dikin!

Em rêvebirên Diakurdê û parêzerên wan ji bo vê pêngava wan a girîng pîroz dikin.

4 Îlon 2024 - 08:29
4 Îlon 2024 - 08:29
 0
PWK: Em Qebûlkirina Serlêdana Diakurdê ya Ji Bo Netewên Yekbûyî Pîroz Dikin!

Konfederasyona Kurdên Diasporayê (Diakurd) ji bo dadgehkirina Dewleta Tirkiyeyê û neheqîyên Peymana Lozanê ku li kurdan hatine kirin, serî li Neteweyên Yekbûyî (NY) da û ev serlêdan hate qebûlkirin.

Li gorî agahdarîyên ku berpirsên Diakurdê belav kirine, Komîteya Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî ji bo prosedura lêkolinê, ev serlêdan qebûl kirîye.

Bi hêvîya ku NY vê mijarê bixe rojeva xwe û ji bo qebûlkirina mafên neteweyî yê miletê Kurd gaveke erênî bavêje. 

Em rêvebirên Diakurdê û parêzerên wan ji bo vê pêngava wan a girîng pîroz dikin.

Em weke PWK di qada neteweyî û navneteweyî de, ji bo meşrûkirina mafê kurd û Kurdistanê palpiştê her pêngav û hewildên erênî ne. Bi vê hişmendîyê, em di wê bawewerîyê de ne ku divê hemû kurd û kurdistanîyên cîhanê piştigrîyê bidin vê hewla Diakurdê.

Mustafa Ozçelîk

Serokê Giştî yê  Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Ev nûçe bi tevahî 1823 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 18:46:57