Qasim Arecî û Plasschaert dosyeya Şingalê û Kampa Holê gotûbêj kirin

Şêwirmendê Asayîşa Niştimanî ya Iraqê Qasim Arecî û Nûnera Taybet a Neteweyên Yegirtî ya li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert pirsa Kampa Holê û çareseriya bingehîn a dosyeya Şingalê gotûbêj kirin.

1 Gulan 2023 - 10:30
1 Gulan 2023 - 10:30
 0
Qasim Arecî û Plasschaert dosyeya Şingalê û Kampa Holê gotûbêj kirin

Ofîsa Ragihandinê ya Şêwirmendê Asayîşa Niştimanî ya Iraqê diyar kir, di hevdîtina navbera Şêwirmendê Asayîşa Niştimanî ya Iraqê Qasim Arecî û Nûnera Taybet a Neteweyên Yegirtî ya li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert de dosyeya Kampa Holê ya li Sûriyê û mijara Şingalê hat gotûbêjkirin.

Li gor daxuyaniyê, herdu aliyan tekezî li girîngiya karkirina ji bo aktîvkirina rênimayên çareserkirina dosyeya Şingalê û pêşvebirina aştiya civakê û pêkanîna şert û mercan ji bo bilindkirina asayîş û seqamgîriya li navçeya Şingalê kirin.

Ev nûçe bi tevahî 1019 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:35:48