Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Plandananê ya Iraqê dike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îr0 1ê Gulanê pêşwazî li Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Plandanînê yê Hikûmeta Federal Mihemed Elî Temîm kir.

1 Gulan 2023 - 08:12
1 Gulan 2023 - 08:12
 0
Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Plandananê ya Iraqê dike

Di hevdîtinê de, behsa rewşa giştî ya Iraqê û giringiya derxistina yasaya bûdceya federalî di zûtirîn dem de li Encûmena Nûneran hate kirin, bi hêviya ku ev yek bibe destpêkek ji bo çareserkirina kêşeyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de li ser bingeha destûrê û dabînkirina maf û şayesteyên destûrî yên xelkê Kurdistanê.

Her wiha di civînê de tekezî li ser girîngiya cîbicîkirina hemû peymanên di rojeva Hikûmeta Federal de hate kirine.

Ev nûçe bi tevahî 599 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 17:34:37