Qeyyûmê ewil hat tayînkirin

Dê hilbijartinên navçeya Pinarbaşiyê ya Qeyseriyê 2yê Hezîranê werin dubarekirin lê heta wê demê dê qeyûm şaredariyê îdare bike.

8 Avrêl 2024 - 12:05
8 Avrêl 2024 - 12:05
 0
Qeyyûmê ewil hat tayînkirin

Di hilbijartinên 31ê Adarê de namzedê CHPyê bi rêjeya ji sedî 33,30î bû yekem.

Namzedê MHPyê jî bi rêjeya ji sedî 31,18an di rêza duyem de cih girt.

Lijneya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyeyê (YSK) piştî îtiraza MHPyê biryar da ku hilbijartinên Pinarbaşiyê 2yê Hezîranê werin dubarekirin.

CHPyê îtirazî vê biryarê kir lê encam neguherî.

Piştî biryara YSKyê teqez bû, biryar hat dayîn ku Alîkarê Parêzgarê Qeyseriyê Omer Tekeş wekî qeyûm şaredariyê heta wê demê bi rê ve bibe.

Daxuyaniya fermî ji aliyê Parêzgariya Qeyseriyê ve hat dayîn.

Ev nûçe bi tevahî 542 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 04:15:55