Pêşmergeyekî ji ber birûskê canê xwe ji dest da
Wezareta Pêşmergeyan da zanîn ku îro berê sibehê birûskê li Pêşmergeyekî daye.

Wezaretê destnîşan kir ku dema ew Pêşmerge li ser erkê xwe bû birûskê lê daye û wî canê xwe ji dest daye.
Li gorî daxuyaniyê, bûyerê saet 06:00ê sibehê li gundê Castanê rû daye.
Hat ragihandin ku navê wî Pêşmergeyî Ebdulxefûr Kewşû Mihemed e.
Ebdulxefûr Kewşû Mihemed ji qezaya Xebatê ya Hewlêrê bû û bavê çar zarokan bû.
Nûvekirina herî dawî: 19:01:48