QSD'ê li Reqqa du enî gihand hevdû

Hêxên Suriya Demokratîk ku pêşengiya wî YPG dike li Reqqa eniyên rojhilat û rojava gihandin hev. QSD dibêje ku; ev jibo DAÎŞ derbek mezin, ji me re jî serkeftinek e mezine.

11 Tebax 2017 - 04:59
11 Tebax 2017 - 04:59
 0
QSD'ê li Reqqa du enî gihand hevdû

Operasyona ku pêşengiya Koalîsyon Navnetewî de li Reqqa'yê dimeşe QSD'ê daxûyand ku eniyên rojhilat û rojava gihandine hev. Li gorî daxûyaniya QSD'ê bi operasyonên dawî re 12 tax ji destê DAÎŞ'ê hatiye rizgarkirin û 600!dan jor jî sivîl hatine xilaskirin.

Aliyek din QSD'ê daxûyand ku; mehlên Hîşam Bîn Ebdulmelîk û Nezlît Şihade ku wek herêmên stratejîk tê zanîn ji DAÎŞ'ê hatiye paqijkirin. Tê gotin ku rizgarkirina van herdû mehlan jibo DAÎŞ derbek giran, jibo me jî serkeftinek mezine.

Ev nûçe bi tevahî 2438 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 23:04:00