Pisporê Rûsî: Amerîka jibo parçekirina Suriyê Kurdan bikar tîne

Borîs Dolgov beriya destpêkirina 6. hevdîtinên Astana'yê de parast ku, Amerîka jibo perçekirina Sûriye'yê kurdan bikartîne.

10 Tebax 2017 - 08:58
10 Tebax 2017 - 08:58
 0
Pisporê Rûsî: Amerîka jibo parçekirina Suriyê Kurdan bikar tîne

Pisporê Rûsî Borîs Dolgov beriya destpêkirina 6. hevdîtinên Astana'yê anî ziman ku, armanca Amerîka li Suriyê ew e ku Beşar Esed bixe û Suriyê perçe bike.

Li gorî nûçeya Tass ku Ajansa Fermiya Rûsya'yê ye cih digire; Dolgov dibêje ku; "Amerîka demên borî de jibo vî armancê xwest ku pêkhateyên îslamî bikar bîne lê belê ev daxwaziya wan nehat cih. Niha jî jibo vî xwestekê Amerîka dixwaze Kurdan bixebitîne. Jibona vî yekê jî hêzên Kurdan ewayek xurt piştgirî dike."

Dolgov her wiha dibêje ku; "Armanca Kurdên li Suriye xweseriyek berfireh û her ku diçe berbi dewleteke serbixwe ve çûyîna wan jî hevsengiyê dide nîşan. Delîla wî jî şandina çekane."

Ev nûçe bi tevahî 1730 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 18:37:19