Qubad Talebanî bi Serokê MÎTê Hakan Fîdan re civiya

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî li Enqereyê bi Serokê MÎTê Hakan Fîdan re civiya.

12 Avrêl 2023 - 04:00
12 Avrêl 2023 - 04:00
 0
Qubad Talebanî bi Serokê MÎTê Hakan Fîdan re civiya

Li gor zanyariyên Rûdawê, Qubad Talebanî û şanda Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ligel Serokê MÎTê Hakan Fîdan li Enqerê hevdîtin pêk anî.

Li gorî zanyariyên ku ketine destê Rûdawê, duh şandeke YNKê li Bexdayê bi Cîgirê Serokê MÎTê Mutlu Tuka re hevdîtin pêk anî û di civînê de mijara vekirina qada esmanî ya Tirkiyê ji firokeyên ku Balafirgeha Navdewletî ya Silêmaniyê bikar tînin, hat gotûbêjkirin.

Îro Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî û şanda YNKê ya ligel wî li Enqerê bi Hakan Fîdan re civiyan û vegeriyan Herêma Kurdistanê.

Di civînê de Fîdan nerazîbûna Tirkiyê li hember “pêwendiyên YNKê bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û PKK’ê re nîşan da û diyar kir ku ji bo asayîkirina peywendiyên Enqere-Silêmaniyê divê ev têkilî bên bidawîkirin

Ev nûçe bi tevahî 1078 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 01:53:30