Îran dawî hatina DAÎŞ'ê îlankir

Serokomarê Îranê Hasan Rûhanî di axaftina xwe ya televîzyona Îranî de got, DAÎŞ qediyaye.

21 Mijdar 2017 - 05:32
21 Mijdar 2017 - 05:32
 0
Îran dawî hatina DAÎŞ'ê îlankir

Fermandarê feyleqa Quds a Supaya Pasdaran a Îranê Qasim Silêmanî jî di derbarê vî mijarê de daxuyaniyek bi vî şeklê da.

Qasim Silêmanî, di nameyekê de ji rêberê bilind ê şoreşa Islamiya Îranê re Elî Xamineyî re, bidawîhatina DAIŞ'ê ragihand.

Ajansa Tesnîm a Îranî, îro 21/11/2017'an, naveroka nameya Silêmanî ji Xamineyî re belav kir û têde Silêmanî bi awayekî fermî nûçeya bidawîhatina serdema DAIŞê radigehîne.

Nameya Qasim Silêmanî, piştî kontrolkirina bajarokê El-Bûkemal hat, ku berî du rojan, operasyona kontrolkirina El-Bûkemal, bi serperiştiya Silêmanî û bi beşdariya artêşa Sûryê, Supay Pasdaran a Îranê, milîsên şî'e, Hizbullaha Lubnanî û Heşda Şeibî ya ser bi Îran ve, bi kontrolkirina tevahiya wî bajarokî bidawî hat.

Ev nûçe bi tevahî 2437 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 04:57:29