Herêma Kurdistanê derhanîna hêk û mirîşkan bo 34 welatan qedexe kir
Wezareta Çandinî ya Kurdistanê hişyariya nexweşiya şewba mirîşkan da û hanîna hêk û mirîşk ji 34 welatên cîhanê qedexe kir.

Rêveberiya giştî ya ajeldarî û veterîneriya Wezareta Çandinî û Ava Kurdistanê ferman da tevahiya parêzgehên Herêma Kurdistanê da ku hêk û mirîşk û berhemên wan ji 34 welatan hawirdeyî Kurdistanê nekin.
Di daxuyaniya rêveberiya giştî ya ajeldarî û veterneriya Kurdistanê de hatiye gotin ku ew biryar ji ber wê yekê hatiye dayîn ku li wan welatan nexweşiya şewba mirîşkan belav bûye.
Di nav wan welatên ku anîna hêk û mirîşkên wan hatiye qedexekirin de, navê welatên cîran (Îran, Tirkiye, Iraq û Sûriye) nîne.
Nûvekirina herî dawî: 02:39:29