Îran deriyê Perwezxanê vedike

Piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê, Îranê deriyê sînor ê Perwezxanê girtibû. Li gorî berpirsên herêmê deriyê sînor ê Perwezxanê dîsa vedibe.

5 Mijdar 2017 - 07:59
5 Mijdar 2017 - 07:59
 0
Îran deriyê Perwezxanê vedike

Yek ji rêvebirên deriye sînor ê Perwezxanê Aram Sayexan di axaftina xwe de ragihand ku rayedarên Îranî ji wan re gotine ‘heta demeke nêzîk wê deriye sînor ê Perwêzxan were vekirin'.

Deriyê sînor ê Perwezxanê di 15ê Cotmehê de ji aliyê Îranê ve hatibû girtin. Li gorî daxuyaniya Aram Sayexan dibe deriyê Perwezxan sibê 6ê Cotmehê were vekirin.

Ji aliyê din ve Qeymeqamê bajarê Qesra Şîrîn yê bi ser Îranê ve Feramerz Ekberî jî ji malpera fermî ya Îranê re gotiye, di demek nêzîk de deriyê sînorî yê Perwêzxanê vedibe.

Çend roj berê deriyê Başmaxê ji aliyê Îranê ve hat vekirin, lê heta niha deriyên Perwêzxan û Hacî Omeran girtî ne.

Ev nûçe bi tevahî 1436 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 05:29:17