Rêberê Durziyan: Sûriye parçe dibe, em serxwebûnê dixwazin

Rêberê Durziyên Sûriyeyê Şêx Hîkmet Hecerî ragihand ku ew daxwaza serxwebûna parêzgeha Siwêdayê dikin û got, "Em xwe wekî beşeke tam a hebûna dewleta Îsraîlê dibînin."

14 Çile 2026 - 11:46
14 Çile 2026 - 11:46
 0
Rêberê Durziyan: Sûriye parçe dibe, em serxwebûnê dixwazin

Şêx Hîkmet Heceriyê ku rêberiya Durziyên li parêzgeha Siwêdayê ya başûrê Sûriyeyê dike, ji rojnameya Yedioth Ahronoth a Îsraîlî re axivî û paşeroja Sûriyeyê nirxand.

Hîkmet Hecerî diyar kir ku daxwaza wan a sereke "serxwebûna tam" e lê destnîşan kir ku dibe qonaxeke veguhastinê ya bi şêweyê xweseriyê û di bin çavdêriya "garantorekî derve" de pêk were.

"Îsraîl yekane garantor e"

Rêberê Durziyan têkiliyên xwe yên bi Îsraîlê re wekî "dîrokî" bi nav kir û got:

"Îsraîl ji bo rêkxistinên paşerojê yekane garantor û aliyê rayedar e.

Têkiliya me bi wan têkiliyên malbatî yên di navbera Durziyên Siwêda û Durziyên Colanê ve girêdayî ye ku ev jî piştgiriyeke rasteqîn ji bo daxwazên me peyda dike."

"Hikûmeta Şamê berdewamiya DAIŞê ye"

Rêberê Durziyên Sûriyeyê hikûmeta nû ya Şamê ya bi serokatiya Ehmed Şer bi tundî rexne kir û wekî "berdewamiya El Qaîde û birêvebiriya DAIŞê" pênase kir û got:

"Ev desthilat ji ya berê hovtir e. Desthilata niha ya Sûriyeyê ne tenê hewl dide Durziyan tune bike, her wiha her pêkhateyeke ku bi wan re ne kok be dike hedef."

Pêwendiyên bi Kurdan re û rexneya li Tirkiyeyê

Şêx Hîkmet Hecerî diyar kir ku hemû pêkhateyên Sûriyeyê, Elewî jî di nav de, ji ber tundiyê dinalin.

Wî tekezî li ser "berdewamiya têkiliyên stratejîk ên bi hêzên Kurdan re" kir û pesnê helwesta wan a li hemberî sivîl da.

Li aliyê din, wî Tirkiye û welatên Ereban rexne kir û got:

"Ti dewletên Ereban piştgiriya me nekir, wan alîkariya kujeran kir ne ya qurbaniyan.

Medyaya Ereban jî em wekî neviyên şeytan nîşan dan.”

Ti serokên Ereb komkujî şermezar nekirin, heta hinek dewlet rasterast tevlî piştgirîkirina rejîmê bûne û Tirkiye di serê de tê."

“Sûriye ber bi parçebûnê ve diçe"

Rêberê Durziyan di dawiya axaftina xwe de li ser paşeroja Sûriyeyê got:

"Em behsa parçebûn û avakirina xweseriyê li gel serxwebûnê dikin.

Sûriye ber bi vê ve diçe û paşeroj ev e. Bi vî awayî em dikarin paşerojeke baştir ji bo pêkhateyan û aramiya herêmî ji bo tevahiya Rojhilata Navîn ava bikin."

 

Ev nûçe bi tevahî 47 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:50:42