PWK-Ciwan: Em piştgirîya têkoşîna gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dikin

14 Çile 2026 - 17:52
14 Çile 2026 - 17:52
 0
PWK-Ciwan: Em piştgirîya têkoşîna gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dikin

Îro li seranserê erdnîgarîya Îran û Rojhilatê Kurdistanê, qêrînên têkoşîn, berxwedan û azadîyê yên ku bilind dibin, ne tenê êş û azarên vê pêvajoya dawîyê ne; ev teqîna îradeyek bi sedsalan e ku bi komkujîyan tên bêdengkirin û bi sêdarên îdamê tên zincîrkirin! Îro li seranserê Rojhilatê Kurdistan û Îranê, terora ji alîyê Dewleta Îranê ve tê kirin, komkujî û sêdarên îdamê, dê nikaribe daxwaza gelê me ya azadiyê bifetisîne. Dîrok şahid e ku tu dîktatorî nekariye agirê azadî û têkoşînê yê ciwanan vemirîne û wê nikaribe jî!

Em li gel yên ku ji zordarîyê re serê natewînin e!

Di dema nêz ya borî de, ev tevgera serhildanê ku ji tayên porê Jîna Mahsa Amînî aj da, îro bûye destanê xelkekî yê vejînê ku kuçe û kolan, qad û meydan dagirtine. Yên zenkirin ku dikarin bedenên ciwan bi gulleyan rawestînin, divê ji bîr nekin ku wê her ciwanekî veguhêzin berxwedanekek bi hêztir. Em, destbirakê kesên li dadgehan serbilind radiwestin, di zindanan de merşan diqîrin û li kolanan barîkatan datînin e. Ger tank, top û celadên we hebin; ê me jî îradeya me ya natewe, hevkariya me ya neheje û hişmendiyeke me ya neteweyî ku bi felsefeya "Jin, Jiyan, Azadî" û “Kurdistan yek welat e, Rojava Rojhilat e” heye!

Jibîrnekin, di hemû deman de ciwanên kurd pêşengên berxwedanê ne!

Em wek ciwanên kurd diqîrin, dibêjin: ‘’Komkujiyên we me natirsîne, zextên we çavê me natirsîne! Dilê me li Mehabad, Amed, Hewlêr, Qamişloyê bi yek hest û yek armancê lêdide. Em neferên têkoşîna hevkariyeke bi rêberîya Şêx Ubeydullah, Şêx Seîd, Seyîd Riza, Pêşewa Qazî Mihemed û Mele Mistefa Barzanî ku sînoran derbas dikin e. Em ê wan destên bixwîn ên dirêjî xwişk û birayên me dibin, bi hêza xwe ya rêxistinkirî û agirê çalakiyek ku qet namire bişkînin. Bêdengî mirin e, bêdengî xiyanet e! Em wek şopderên bi qasî ku di oxira wê de bimirin ji jiyanê hez dikin, heta ku em vê tarîyê biqelêşin û bavêjin, emê li qadan bimînin’’.

Ev banga me, ji bo rayagiştî ya cîhanê û gelê me yê welatparêzên li dîasporayê ne!

Hesab pirsîna her dilopek xwîna ku li Îranê, li Rojhilatê Kurdistanê hatîye rijandin, deynê stûyê her ciwanekî ku xwedî xîreta mirovahîyê ye. Werin, em dengê xwe li dijî vê pergala zilmê bikin yek!

Werin em li dîasporayê û li çar parçeyên Kurdistanê, vîna têkoşîn û hevkarîya ciwanên kurd bi hev re nîşan bidin. Dîrokê nîşan daye ku mezinkirina berxwedanê, riya tekane ya ragirtina komkujiyê ye.

Em ji zaliman re dibêjin: ‘’Ev bahoza ku ji kolanan bilind dibe, dê qonaxên we bi ser we de birûxînin! Wê kofiyên we têxe hustûyê we û dawî li saltanata we ya narkotîkê bîne. Ciwanên kurd wê tu carî li ber çerxa zilm û îdamê çog bernedin erdê û wê ji meşa azadîyê danegerin! Heya ku kerwanê berxwedanê û vîna têkoşîna ciwanên kurd negihîje armanca xwe ya stratejîk, wê nesekine!’’.

Em wek ciwanên Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), bang li hemû kurdên li her çar parçeyên Kurdistanê û li dîasporayê dikin ku bi şêweyekî hevbeş û bi bandor piştgirîya serhildana azadiyê ya gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bikin. Her wiha em bang li hemû sazî û dezgehên siyasî, sivîl û demokratîk ên cîhanê yên ku alîgirê aştî, azadî, demokrasi, mafê mirovan û dadperwerîyê ne dikin ku li dijî van zext û komkujîyên Dewleta Îranê dengê xwe bilind bikin û helwesteke xurt nîşan bidin.

Wek ciwanên Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), em bi hemû hêza xwe piştgirîya têkoşîna azadîyê ya gelên Îranê û gelê me yê li Rojhilatê Kurdistanê ya li dijî zilmê û zordarîyê dikin. 

Bijî berxwedana birûmet a gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê !

Bijî yekitîya têkoşîn û hevbendiya ciwanên kurd!

Bijî têkoşîna azadîya Kurdistanê!

Bijî hişmendîya Kurdistan yek welat e, Rojava Rojhilat e!

Komîsyona Cîwanên Partîya Welatparêzên Kurdistanê/ PWK-Ciwan

 

 

 

Ev nûçe bi tevahî 16 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 18:54:57